Almaniya li nawendên navdewletî behsa rewşa Herêma Kurdistanê dike
Di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û hijmareke wezîr û berpirsên hikûmetê amade bûn, şandeya Almaniyayê rola xelk, hikûmeta û pêşmergeyê Kurdistanê bilind nirxand ku, tevî hebûna kirîz û rewşeke dijwar, Herêma Kurdistanê kariye rûbirûyê gelek pirsgirêkên mezin yên weke; êrîşên terorîstan, kirîza êkonomî û hewandina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan, bibe.
Muler berheviya welatên xwe ji bona avadankirina deverên ji bin destê terorîstan hatine azadkirin nîşan da û daku koçber bikaribin vegerin ser war û milkê xwe, bi taybetî koçberên êzidî, û di vê çarçoveyê de tekîd kir ku pêwîste hevahengî digel herêma Kurdistan û Îraqa Federal hebe û giringe civaka navdewletî jî di vî warî de zîdetir alîkariya hikûmeta Herêma Kuridstanê bike. Wî diyar kir ku konferensa hevakriyên mirovî îsal dê li Fuks bê saz kirin û dê rewşa herêma Kurdistanê di hemû waran de bê nirxandin û divê her ji niha hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe ji bo wê konferensê amade bike.
Klawdiya Ros cîgira serokê parlamentoya Almaniyayê, di axavtina xwe de got ku, tevî hemû pirsgirêk û kirîzan, hikûmeta Herêma Kurdistanê bê cudahî hevkariya hemû alî û pêkhateyan kiriye.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, sipasiya hevkariya leşkerî û mirovê yên Almaniya pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike kir û got ku di oprasyona azadkirina Mûsilê de hevahengiyeke baş di navbera arteşa Îraqa Federal û Pêşmergeyê Kurdistanê de çê bûye, lê di warên din de pirsgirêk weke xwe mane û Îraqê tu alîkariyên însanî pêşkeş nekirine. Hijmareke leşkerên arteşa Îraqê yên birînda li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê tên îlac kirin.
Serowkezîr sipasiya wezîrê hevahengî aborî û geşepêdana Almaniyayê kir ku li konferensa hevkariyên mirovî li Londonê behsa rewşa Herêma Kurdistanê kir û ew yek jî bo sedemek ku rewşa Herêma Kurdistanê bi berfirhî di wê konferensê de bê behis kirin û hêvî xwest ku li nawendên navdewletî bi heman awayî piştevaniya hêvî û daxwazên xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê bin.
Qubad Talebanî ji şandeya mêvan re behsa rewşa aborî, şerê terorîstên DAÎŞê, rewşa koçberan û birîna budceya Herêma Kurdistanê bi biryareke siyasî ji aliyê Bexdayê ve ku ev hemû kirîz jê çê bûne, kir. Talebanî diyar kir kir sa la 2017ê de dê rewşa Herêma Kurdistanê baştir bibe.
