• Sunday, 22 February 2026
logo

TIRKIYE - Ji bo straneke kurdî 15 sal heps

Gulan Media February 3, 2017 Nûçe
TIRKIYE - Ji bo straneke kurdî 15 sal heps
Li navçeya Esenyurta Stenbolê 12 kesên, ku stranên kurdî gotine 15 sal cezayê girtinê hata xwestin.

Roja 7ê Tebaxa 2016ê li Parka Recep Tayyip Erdogan a li Esenyurta Stenbolê 12 ciwan ji ber bi kurdî stran gotine hatine binavkirin.

12 ciwan ev 6 meh bûn li Girtîgeha Silivriyê dihatin ragirtin. Hate gotin, ku di dema binçavkirinê de polîsan li ciwanan daye.

Serdozgeriya Stenbolê derbarê ciwanan de îdîanameya xwe amade kir. Li gorî vê îdîanameyê her 12 ciwan bi tometa “endamtiya rêxistinê û propagandaya rêxistina terorîstî” tên darizandin.

Derbarê mijarê de serdozgeriyê derbarê van kesan de ji MİTê agahî xwest û MİTê jî eşkere kir, ku dibe pêwendiyên wan bi PKKê re hebin.

Li ji ber nebûna delîl û belgenameyan, dozgeriyê daxwaz kir, ku her 12 ciwan cuda cuda bên cezakirin.

Serdozgeriyê ji bo ciwanan 15 sal cezaya zîndanîkirinê xwest.

Rudaw
Top