• Sunday, 22 February 2026
logo

Serbest Lezgîn: Amirî daxwaza lêborînê ji ber topbarana hêzên pêşmerge kirîye

Gulan Media February 2, 2017 Nûçe
Serbest Lezgîn: Amirî daxwaza lêborînê ji ber topbarana hêzên pêşmerge kirîye
Fermandarê pêşmerge li Şingalê ragîhand; Hadî Amirî fermandarê bilindê heşda şebî, daxwaza lêborînê ji ber topbarana cihên pêşmerge kirîye.

Hadî Amirî, digel pêşmerge li sînorê Şingal û Tilefer, serdana hêzên pêşmerge kir û digel fermandarên wan kom bû, gotubêj jî li ser mekanîzmekê di navbera herdu alîyan da hat kirin.

Serbest Lezgîn serpereştê serbazî yê bereyê Şingalê bo Anadol gotîye: Amirî li dor topbarana pêşmerge ji alîyê heşdê ve daxwaza lêborînê kir û gotîye wan, renge ew topbaran bi şaşî ve hatibe kirin.

Serpereştê bereyê Şingalê amaje kir, wan bo Hadî Amirî dîyar kir ku hindek xerabkar di nav heşda şebî da hene, lewra pêdvîye dûvçûnê li ser bikin, daku alozî di navbera herdu alîyan da peyde nebin.

War.tv
Top