Piştî azadkirina deverê ji terorîstan jî hevahengiya Îtaliya û Kurdistanê berdewam dibe
Di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Kurdistanê û sopasalar, balyoz û konsulê wî welatî li Îraq û Herêma Kurdistanê amade bûn, wezîra bergiriyê ya Îtaliyayê behsa têkeliyên xurt yên navbera Herêma Kurdistan û Îtaliya, serdana bingehên meşiq û rahînanê yên pêşmerge û hevkarî û hevahengiya di navbera pêşmerge û pisporên arteşa îtaliyayî de û xebatên Îtaliya yên ji bo nûjenkirina Bendava Mûsilê kir.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya hikûmeta Îtaliyayê kir ku her ji destpêka êrîşên terorîstên DAÎŞê hevkariyên leşkerî û însanî pêşkeşî herêma Kurdistanê dike û hevahengiya navbera Îtaliya û Herêma Kurdistan jî bilind nirxand û hêvî xwest ku, piştî azadkirina deverê ji terorîstan ew hevkarî û hevahengî berdewam be.
Serokwezîr got ku ji bona rûbirûbûn û binbirkirina teroê hevahengiyeke gelek baş di navbera pêşmerge û arteşa Îraqa federalî de heye, lê di warê siyasî û warên din de heta niha tu pêşkeftin çê nebûne, berheviya Herêma Kurdistanê jî ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêya diyalog û danûstandinê diyar kir.
Şandeya mêvan got ku, li hember wê hevahengiya di navbera pêşmerge û arteşa Îraqê de heye ew kêfxweş in û hêvî xwest ku di warên din jî de hevahengî hebe û hemû pirgirêk bi diyalogê bên çareser kirin.
