• Sunday, 22 February 2026
logo

ENKSê banga yekrêziya tevgera siyasî ya Kurdî dike

Gulan Media February 2, 2017 Nûçe
ENKSê banga yekrêziya tevgera siyasî ya Kurdî dike
Serkirdeyên ENKSê li bajarê Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî re civiyan û piştî civateke taybet ENKSê di daxuyaniyekê de banga lihevhatineke siyasî bi Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) re ragihand.

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê –Sûriye (PDK-S) Neşet Zaza derbarê vê destpêşxeriyê de ji K24ê re got: “Ji me tê xwastin ku li ser xêzên pehn yên di rêkeftinên ku dibin serpereştiya Serok Barzanî de me imzekirine li hev bikin. Jiber xalên wan rêkeftinan dê mafên gelê me di paşerojê de cîbicî bike û ji ber vê yekê jî em li ser wê tekez dikin. Herweha ji TV-DEMê tê xwastin ku atmosferekî guncaw dabîn bike ku ew rêkeftin herin serî.”

Ji aliyê xwe ve, TEV-DEM tekeziyê li ser gavên hevawa dike. Serkirdeyên TEV-DEMê dibêjin ku, ti rê li pêş ENKSê nemaye ji bilî ku tevlî Rêveberiya Xweser bibe, nemaze piştî rêveberiya nû ji Amerîkayê re ku piştgiriya HSDê dike û nûnertiya Rêveberiya Xweser li Waşintonê dê bête vekirin.

Serkird di TEV-DEMê de Telal Mihemed jî wiha axivî: “Pêwist e em û ENKSê li ser xaka Rojavayê Kurdistanê pirsgirêkên xwe di riya giftûgoyan re çareser bikin. Herweha ti şert û merc li ba me tune ne, lê ew zemîna ku rêkeftina Dihokê li ser hatiye îmzekirin derbas bû, çimkî gelek pêşketinên nû ji aliyê siyasî û leşkerî ve hatin encamdan.”

Hin çavdêrên siyasî dibînin ku xalên hevbeş di navbera ENKSê û TEV-DEMê de hene ku li ser wan karibin lihevhatineke siyasî cîbibcî bikin.
Di heman demê de herdu aliyên siyasî daxwaza sîstemeke federalî li Sûriyê dikin û ji ber wilo jî di 22ê meha Cotmeha sala 2014an de rêkeftina Dihokê hate îmzekirin.

Pirsa herî giring dimîne gelo tevgera siyasî ya Kurd li Rojavayê Kurdistanê dê karibe berjewendiyên netewî dane li pêş berjewendiyên partîtî yan jî na?

Top