• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîra Almanyayê dê bi parlamenterên HDPê re bicive

Gulan Media February 2, 2017 Nûçe
Serokwezîra Almanyayê dê bi parlamenterên HDPê re bicive
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ji bo seredaneke xebatê dê îro gihîşt Tirkiyê.

Firkokeya Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel tê de îro Pêncşemê seat 12.57ê danî Firokxaneya Easenboga ya Enqerê.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên Serokwezîriyê hatine wergirtin, Merkel li ser vexwendina Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim seredane wî welatî dike.

Di ziyareta Merkel de tê çavnêrîkirin ku têkiliyê Tirkiye-Almanyayê û hevkariya wan digel mucadeleya li dijî terorê, koçberî, pêvajoya çareseriya Qibrisê, têkiliyên Tirkiye-Yekîtiya Ewrûpayê û mijarên herêmî digel yên navneteweyî bêne nirxandin

Herwiha li gorî medyaya Tirkiyê Merkel di çarçoveya serdana xwe de ji bilê Serokomarê Recep Tayyip Erdogan û Binali Yildirim, dê bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û bi çend parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re jî hevdîtinan pêk bîne.

Rudaw
Top