Trump: Me bi fermî hişyarî da Îranê!
Piştî ku di destpêka vê heftiyê de hat ragihandin, ku Îranê mûşekek balistîk ceribandiye, rêveberiya nû ya Amerîkayê ya bi serokatiya Donald Trump bertekên tund nîşan dan û Tehran hişyar kirin, ku ew wê binpêkirina Îranê qebûl nakin.
Her li ser deribandina mûşeka balistîk, duh çarşemî 1ê Sibatê, Şêwirmendê Encumena Asayişa Netewî ya Amerîkayê Michael Flynn Michael Flynn ragihand, ceribandina mûşekên balistîk ji aliyê Îranê ve bi taybet di van demên dawiyê de, binpêkirina biryarên Encumena Asayişa Netewên Yekgirtî ye.
Flyyn da xuyakirin, karên vê dawiyê yên Îranê, weke ceribandina mûşekeke balistîk û êrişkirina ser gemiyeke Erebistana Siûdiyê ji aliyê çekdarên Husî yên Yemenê ve ku Îran piştgiriya wan dike, didin nîşandan, ku Îran bi çi awayî di ne îstiqrariya herêmê de rol dibîne.
Flyyn tekez kir: “Îran li ser piştgirîkirina hussîyan û binpêkirina biryarên navdewletî berdewam e. Ev jî dibe sedema ne îstiqrariya herêmê. Îran li dijî Siûdiyê û Amerîkayê û hevpeymanên wê çalakiyan dike, her ji ber wê jî, rêveberiya Trump wan reftarên Îranê şermezar dike”.
Trump: Me hişyarî da Îranê
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî piştî daxuyaniya Michael Flynn û berpirsên din ên Amerîkayê, helwesta xwe li ser Îranê aşkere kir.
Donald Trump li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand, Washingtonê bi fermî hişyarî daye Tehranê.
Trumo got: “Me bi fermî hişyarî daye Îranê, divê Îran spasiya xwedê bike, ku Amerîka ew rêkevtina xirab pê re îmza kiriye”.
Mebesta Trump, îmzakirina rêkevtina welatên 5+1 û Îranê li ser bernameya atomî ya Tehranê ye, ku sala bihorî piştî danûstaninên berfireh her du alî gihîştin rêkevtinekê. Li gorî wê rêkevtinê, bernameya atomî ya Îranê hat sînordarkirin û beşek ji dorpêçên ser Îranê hatin rakirin.
Trump herwiha di twîtteke din de got: “Îran li ser ketinê bû û Amerîkayê aboriya wê vejand. Amerîkayê şanseke nû da vejandina aboriya Îranê. Herwiha Amerîkayê 150 milyar dolar da Îranê ji bo vejandina aboriya wê”.
Serokê Amerîkayê herwiha di twîteke din de ragihandibû: “Îran zêdetir û zêdetir dest datîne ser Iraqê. Her çend ku Amerîkayê 3 trîliyon dolar li Iraqê xerc kiriye”.
Pêştir Balyoza Amerîkayê li Netewên Yekbûyî jî ragihandibû: “Me zanyariyên temam hene, ku roja yekşemiya bihorî 29ê Çieya 2017ê, Îranê mûşekeke balistîk a asta navend ceribandiye. Me di vê rêveberiyê de biryar daye ku çavê xwe li ser van reftarên Îranê bigirin. Me dê kirdar hebe, em dê bihzê bin û dengê me dê bilind be. Em dê her tiştî bikin, ji bo parastina Amerîkayê û cîhanê”.
Rudaw
