Biryara Trump bandorê li 134 milyon kes dike
Biryara Trump tê çi wateyê:
Qedexeya hatina Amerikayê ji bo hevwelatiyên heft welatan Îran, Iraq, Sûriye, Libya, Yemen, Somalia û Sudan. Ev, heman welat in ku sala par, wekî welatên “herî ne ewle” hatibûn binavkirin.
Hejmara hevwelatiyên, ku bandorê ji biryara Trump dibînin 134 milyon mirov in.
Dezgeha Ewleyiya Navxweyî (Homeland Security) di nav 30 rojan de, dê biryara xwe rabighîne, ku kîjan welat agahdariyên pêwîst digihînin sazûmanên Amerikayê. Girêdayî vê, welatên ku qedexe li ser wergirtina vizaya hevwelatiyên wan hene, dikarin zêde bibin.
Hejmara penaberan li Amerîka, ji 110 hezar kesan, bikeve 50 hezaran.
