Ebadî: Biryara Trump ji bo me surprîz bû
Ednan Muftî endamê mekteba sîyasî ya Yekîtîyê got: danustandinên Yekîtî û Partî, bo hilweşandina rêkevtina stratejîk û îmzakirina rêkevtineka nû nînin, belku bo çarekirina hemû pirsên sîyasî yên herêmê ye û li berahîyê jî, karakirina perlemanê Kurdistanê.
Got jî: peywendîyên Yekîtî û Partî li ser hesaba peywendîyên wan digel Goran nabe û ew dixwazin, Partî û Goran jî, dawîyê bi pirsên xwe bînin.
Derbarê pirsên navxwe yên Yekîtîyê, Muftî got: pêdvîye serkirdayetîya partîyê biryara kongreyê bide û hemû pirsên niha li kongreyê bên yekalî kirin, ji berku eva niha rûdide, tiştekî asayîye û tenê cudahîya boçûnaye, lê metirsîya ji hev cudabûnê dinava Yekîtîyê da nîne.
War.tv
