• Sunday, 22 February 2026
logo

ROJHILAT - 3 kolberên din di nav berfê de asê man

Gulan Media February 1, 2017 Nûçe
ROJHILAT - 3 kolberên din di nav berfê de asê man
Li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, şeva bihorî 3 kolberên kurd ên xelkê bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber barîna zêde ya berfê û bagerê, li çiya asê mabûn.

Li gorî zanyariyên, ew kolber li devera çiyayî ya Sê Çoman (Sê Çeman) a Pîranşarê li aliyê Rojhilatê Kurdistanê, ji saet 21:00ê şevê ve heta saet 05:00ê danê sibehî ya roja sêşemiyê di nav berf û bagerê de asê mabûn.

Piştî belavbûna zanyariyên derbasê asêmana wan her 3 kolberan de, xelkê deverê û tîmên hawarhatinê bo rigzarkirina wan çûne devera Sê Çoman a Pîranşarê.

Di encama hewla xelkê û tîmên hawarhatinê de, 2 kolber bi saxî hatin rizgarkirin, lê belê kesekê jî jiyana xwe ji dest da.

Ji roja înê ya derbasbûyî ve heta niha, 10 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê, ji ber reniya berfê û reqbûna ji ber sir û seqayê, canê xwe ji dest dane.

Bûyerên wan çend rojên bihorî ku di encamê de çendîn welatiyên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê, ku bi neçarî û ji ber hejariyê karê zehmet ê kolberiyê li ser sînor dikin, canê xwe ji dest dane, rastî nerazîbûna xelkê û hin berpirsan hatiye.

Parlamenterekî Tehranê yê di Parlamentoya Îranê de rexne ji rewşa kolberan girt û ragihand, hebûna karê kolberiyê wê wateyê digihîne, ku desthilatê erkên xwe li hember gel pêk neaniye.

Rudaw
Top