• Sunday, 22 February 2026
logo

3 partiyan hişyarî dan PSDKê: Îsbat bike

Gulan Media January 31, 2017 Nûçe
3 partiyan hişyarî dan PSDKê: Îsbat bike
Tevgera Gorran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Komela Îslamî ya Kurdistanê bersiv da Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd.

Mihemed Hecî Mehmûd hevpevînek li gel Dengê Amerîkayê kiribû û gotibû: “Her 5 partî jî xwedî şîrketên petrolê ne û dahatên wan ên petrolê hene.”

Herwiha Mehmûd gotibû: “Pirsgirêkên navbera partiyên Herêma Kurdistanê, ne li ser mijarên gel, xizmet, zelalbûna dahatên petrolê û sîstema rêvebiriyê ye, pirsgirêka wan dabeşkirina dahata petrolê ye.”

Li ser van gotinan Tevgera Gorran (Gorran), Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû), Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) bertek nîşan dan.

Ji van her sê partiyan li ser vê mijarê daxuyanî hat.

Gorran: Bila belge nîşan bidin
Berdevkê Gorran Şoreş Hecî got: “Mihemed Hecî Mehmûd bi gotinên xwe, em di bin tohmetê de hiştin. Divê rastî ji gelê Kurdistanê re bê eşkerekirin. Daxuyaniya navborî dûrî heqîqetê ye.”

Şoreş Hecî xweste ku di nav du rojan de îdiaya xwe bi belgeyan îsbat bike û got: “Yan jî bi awayekî fermî ji me lêborîna xwe bixwaze. Egerna em dê serî li rêyên hiqûqî bidin.”

Yekgirtû: Pêwendiya me bi gendeliyê tune

Di daxuyaniya ku ji aliyê yekgirtû ve hat eşkere dike ku ti pêwendiya partiya wan bi petrol û gendeliyê tune ye û divê îdiaya navborî bê îsbatkirin.
Herwiha di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ti alî nikarin gotinên nerast bêjin û “mafê wan ê serlêdana hiqûqî jî heye”.

Komel: Armanc propaganda ye

Daxuyaniya ku ji aliyê Polîtburoya Komel ve hate dayîn eşkere dike û dibêjin: “Em dizanin ku gelê Kurdistanê ji van gotin û derewan bawer nake. Lê belê mirov nikare destûr bide ku hin kesayetên siyasî daxuyaniyên tohmetbar bidin.”

Herwiha ji aliyê Komel ve hat destnîşankirin ku gotinên navborî şexsî ne û armanca wan jî propaganda ye, ti pêwendiya wan bi rastiyê tune.

Rudaw
Top