Êrîşkerê teqîna Enkawa ya sala 2015an hate desteserkirin
Rêveberiya Giştî ya Dijetrorê di daxuyaniyekê de ragihand, teroristekî revyayî, ku êrîşkerê karê teroristî ya 17 Nîsana 2015an li nêzîkî Kunsulxaneya Amerîka li bajarokê Enkawayê bû, hate desteserkirin.
Rêveberiya Dijetrorê nasnameya êrîşker aşkere dike û radigihîne: “Me karî terrorist Elî Silêman Osman, ku yek ji êrîşkerên sereke yên êrîşa li nêzîkî Kunsulxaneya Amerîka li bajarokê Enkawayê desteser bikin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, terrorist Elî Silêman Osman ji wê demê ve reviyabû derveyî Herêma Kurdistanê, di planeke serkeftî ya Rêveberiya Giştî ya Dijetrorê de û piştî komkirina zanyariyan û çavdêriya bi hûrî, karî Elî Silêman Osman ku nasnameyeke sexte bi navê (Hîwa Mihemed Îsmaîl) hilgirtibû, hate desteserkirin.
Rêveberiya Giştî ya Dijetrorê ya ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê diyar kir jî, grûpa terorsit a DAIŞê di 17 Nîsana 2015an de bi riya otombîleke bombebarkirî li nêzîkî Kunsulxaneya Amerîka li Enkawayê teqand, ku di encamê de 2 welatî şehîd bûn û hejmareke din ji welatiyan birîndar bûbûn. Piştî demeke kêm de Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de desteserkirina êrîşkerên wê bûyerê û revîna terrorist (Elî Silêman Osman) ragihandibû.
Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye, piştî lêkolînê, 17 teroristên wê bûyerê bo dadgehê hatin veguhastin, dadgehê jî biryara bidarvekirina 7 teroristan û zîndankirin 10 teroristên din dabû.
K24
