Pêşmerge li benda fermana Serok Barzanî ye
Zekî Şêranî ku fermandarê Hêza Pêşmerge ye bo operasyona nû wiha axivî: “Ji bo her bihost axa Kurdistanê em amade ne ku canê xwe bidin û bibin şehîd. Anha me haziriya xwe temam kiriye û em ê axa mayî ya Şingalê rizgar bikin. Pêşmerge tenê li benda fermana Serok Barzanî ye. Em nahêlin ku axa pîroz a Kurdistanê, gund û bajarên birayên me yên ezîz di destê rêxistina DIŞIê de bimîne.”
Pêşmerge ji bo kontrolkirina axa Şingalê çekên giran jî bi cih kirine. Pêşmerge dixwaze ku bi vê operasyona axa şingalê bi temamî rizgar bike.
0
