• Monday, 02 February 2026
logo

Deşnê Murad û Kerwan Kamil straneke bi nave (Bênaz) bi hevra amadedikin

Gulan Media October 24, 2012 Hunerî
Deşnê Murad û Kerwan Kamil straneke bi nave (Bênaz) bi hevra amadedikin
Di kongireyekî rojnamevanî de li otêl Rotana li bajarê Hewlêrê, her du stranbêj Deşnê Murad û Kerwan Kamil aşkira kirin ku straneke bi nave (Bênaz) bi hevra strane û klîpa wê jî ji aliyê stafek profîşonal encam dane.

Di kongireya rojnamevanî de Deşnê kêfxweşiya xwe aniye ziman û dema destpêkirina wê kilîpê karîne karekî cuda û nû bikin, her weha Deşnê aşkira kirk u ewê li biharê konsertekê li Silêmaniyê saz bike.

Deşnê got: Karê min yê nû strana Dute ya bi navê (Bênaze) ku ji berhema sposerê serekî BMB`ye û gotinên Hawar Şalî û awazê Kerwan Kamil e.

Ji aliyê xwe ve Kerwan Kamil got: Xweşhalim ku min karî bi straneke dute li gel Deşnê Murad biim ku têkesta wê ji aliyê Hawar Şalî hatiye nivîsandin, spasiya wî dikim.

Deşnê Murad di beşeka din ya axaftina xwe de amaje bi karê xwe yê nû da û got: Ez ji stranên cotî hezdikim, dibe ku ez dema pêş de li gel 5 keçên hunermend dut bikim , lê belê cihê kêfxweşiyêye ku min karî li gel Kerwan Kamil bi hevre stran bêjim.

Deşnê Murad ev jî ronahî kirk u li bihara sala bê konseretekê stranan li bajarê Silêmaniyê saz dike û got: Konsert li gel grûpekî Amerîkî ye û bi zimanê Ingilîzî emê stranan bêjin.

Deşnê Murad ev 5 salin karê hunerî dike, bi bernameya televizyonî destpê kir, niha jî bernameyek nû bi nave (Şepolên Jiyanê) li Kurdistan TV pêşkêş dike.

Kerwan Kamil jî stranbêjekî bajarê Duhokê ye û xwediyê 4 elbomên stranan û çendîn kilîp û dut e.

Xendan
Top