Li Qamişlo radyoya Cûdî dest bi pexşê kir
Piştî ku li Rojavayê Kurdistanê gel rêveberiyên bajaran bidest xistin, di gelek warên jiyanê de jî, sazî tên avakirin û hewl tê dayîn ku pêdivî bêne bicîhanîn. Yek ji qadên ku hewl tê dayîn valahî bê tijekirin jî qada çapemeniyê ye. Bi destpêka pêvajoya şoreşê re kurdan cara yekemîn di warê çapemeniyê de jî saziyên xwe ava kirin. Piştî rojname, kovarên ku li Rojava tên weşandin û televîzyona ku li Ewropayê weşanê dike, niha jî di warê weşangeriya radyoyê de pêngavek girîng hat avêtin.
Li bajarê Qamişlo, bi navê ‘Cûdî’ radyoyekê dest bi weşanê kir. Radyoya ku di 20’ê cotmehê de dest bi weşana xwe ya testê kir, xwerû bi kurdî weşanê dike. Radyo li ser frekansa FM 96.20 khz. li bajarê Qamişlo û derdora wê tê guhdarkirin, lê tê hedefkirin ku di pêşerojê de li tevahiya Rojavayê Kurdistanê pexşê bike.
Rudaw
