Aknews Nûçeya dawî weşand: AKnews rawestiya!
AKnews, ajansek yekcar serbixwe bû. Dibe ku hinek caran tiştek bixeletî hatibe belavkirin lê di heyama 4 sal karê xwe bi qasî serê derziyê pişta tu aliyekî siyasî negirt. Helbet li welatekî de ku hevrikiya siyasî teng û tund didome û hertiş li gorî pîvanên tengên hizbî tê nirxandin, gelekî zehmet e mirov bikare bi awayekî bêalî kar bikî. Ev bixwe belgeya herî baş ya serkeftina AKnewsê ye.
Renge niha na lê demê pêş dê rojnamevanên kurd bi serbixweyî û jêhatîbûna AKnewsê şanaziyê bikin. Helbet mirov dikare rexne li asta nûçeyan yan kêmbûna agahiyan bike, ez jî hinek caran van rexneyan qebûl dikim lê ev tiştekî giştî ye û kes ji me baştir xwe negihandiye jêderên nûçe û agahiyan.
Şanaziyek mezin bû ku AKnews biryar da, heta heke nûçe rast be jî, nûçeyên bêjêder û bêbingeh belav neke. Lê li nav medya kurdî de nûçeyên bêbingeh û buxtan tijî ne.
AKnewsê nedikarî di rewşek wiha de bi firotina nûçeyan xwe birêve bibe û li ser lingê xwe bisekine, ji ber ku tu dahata medya li devera me de tune û alîkariya darayî ji medya re tê kirin, bitaybet heke ev sazî, ajansek rêzdar be û nûçeyên “buxtan” û bêbin belav neke ku piraniya xelkê jî tiştên wiha dixazin.
Armanca me ji avakirina AKnewsê, ew bû ku em nûçeyên bêalî, pîşeyî (profesyonel) li bara Kurdistan û Iraqê, bo raya giştî ya navxwe û cîhanê bigihînin. Em di vê de jî ser ketin û kes nikare jibilî vê yekê tiştek din bêje. Bi hezaran nûçeyên me ji aliyê rojnameyên biyanî ve hat weşandin. Em kana herî rastgo bûn li Iraqê; welatê ku dengê rasteqîne gelekî kêm jê tê bihîstin.
Peyva dawî; li AKnewsê, bi sedan rojnamevan, çi wek peyamnêr û çi wek nivîskar (editor) bi awayekî profesyonel hatin amadekirin û gihîştinê. Piraniya wan bi girîn xatir ji AKnewsê xwestin. Ez bo dilsozî û karê wan yê biqîmet û rojnamevaniya profesyonel, gelekî supasiya wan dikim. Bêguman ev rojnamevan li kuderê kar bikin, ezmûna ku ji AKnewsê fêr bûne dê biparêzin û dê geşe bidinê bo ku ruhê Ajansa Nûçeyan ya Kurdistan-AKnews- zindî bimîne.
Bedran Ehmed Hebîb: Rêvebirê AKnewsê
Aknews
