Di festîvala navdewletî ya 1001 fîlm ya belgewar de 76 fîlm tê nîşandan
Li gorî nûçeya CNN Turk, festîvala navdewletî ya 1001 fîlm ya belgewar, dê îsal bo cara 15em li bajarê Îstanbolê yê Turkiyê bê sazkirin.
Li gorî nûçeyê, di festîvalê de, ku dê ji 27 Îlonê heta 2 Cotmehê bidome, 76 fîlm dê bên nîşandan û ji welatên Fransa, Almanya, Hindîstan, Îrlanda, Lubnan, Filîstin, Îspanya, Yûnanistan, Belçîka, Arjantîn, Danîmarka û Hollanda dê 25 derhêner beşdar bibin.
AKnews
