Yekemîn Festîvala Hunera Kurdî li Amerîka Destpêkir
Di malpera dengê Emerîka ya beşê Kurdî de, nûçeya yekemîn Festîvala Hûnera Kurdî li ser rûpela xwe weşand kû dê Hunermendên Kurd li seranserê cîhanê beşdariyê di wê festîvalê de dikin, ku sê rojan berdewam dibe.
Li gorî rêkxeran, armanca festîvalê nasandina huner û kultura Kurdî ye bi gelê Amerîkî.
Festîval roja Înê li zanîngeha Tennessee State destpêkir û heta roja Yekşemê berdewam dibe.
