• Thursday, 05 February 2026
logo

Ji Cîhan Çelîk albûmek nû

Gulan Media August 25, 2012 Hunerî
Ji Cîhan Çelîk albûmek nû
Hûnermendê kurd Cîhan Çelîk bi albûma xweya nû bi navê “Pag” derket pêş gûhdarvanên xwe. Cîhan Çelîk bi reng û dengê xwe yê otantik, wek albûmên xwe yê berê, dîsa ji herema Qoçgiriyê gellek stran berhev kiriye.

Cîhan Çelîk di nava mûzîka kurdî de bi stranên ji herêma Qoçgirî tê naskirin. Ew di albûmên xwe de stran û klamên vê heremê berhev dike û bi muzîka nûjen û enstrûmanên otantîk tîne ber guhedervanan. Wan dibe kûrahiya dîroke, kul û derdê mirovên Qoçgirî tîne ziman. Behsa berxwedan, êş û şîna heremê dike.

Albûma ku ji 9 stranan pêk tê, ji nav berhemên Kom Mûzîk derketiye û hemû stran ji herêma Qoçgirî ne û gelerî ne. Berhevkarê stranan jî hûnermend Cîhan Çelîk bi xwe ye.

Rudaw
Top