• Saturday, 31 January 2026
logo

“Heta dewleta kurdî ava nebe nazewicim“

Gulan Media August 12, 2012 Hunerî
“Heta dewleta kurdî ava nebe nazewicim“
Hunermenda Kurd Canê got ewê êdî Almanya bi cih bihêle û li Kurdistanê bi temamî bi cih bibe.
11 Tebax 2012 Şemî 16:44

Canê di hevpeyvîneke xwe de got heta ku dewleta kurdî neyê çêkirin ewê nezewice.

Hunermenda dengxweş û hezkirî Canê ji kovara Sivîl re got ku gelek caran rojname, kovar û malper tişt li ser navê wê nivîsandine lê haya wê jê tune bû ye.

Canê got divê hunermend sade be û ji kultur û hunera xwe re xizmetê bike.

Canê spasiya PKK dike ku alîkariya wê di dema nexweşiya wê de kir û pere dane wê.

Hunermend diyar dike ku PKK her demê alîkariya wê kiriye.

Canê behsa siyasetê jî dike û dibêje nabe PKK çekan deyne, ji ber ku bawerî bi Tirkan nabe.

Stranbêja Kurd dibêje heta li bakur Kurdistan ava nebe û dewleta kurdî çênebe ewê nezewice û di roja avakirina dewleta kurdî ewê jî wê rojê bizewice.

Avestakurd
Top