• Saturday, 31 January 2026
logo

Sezen Aksu teqlîda Madonna kir

Sezen Aksu teqlîda Madonna kir
Hunermenda navdar û dengxweş ku yek ji şaha mûzîka popê ye Sezen Aksu, piştî demeke dirêj li Şanoya Harbiya derkete pêşberî hezkiriyên xwe.

Lê Aksu vê carê ji hemû caran cudatir, balkêştir derkete ser dikê. Aksu bi stranên xwe yên xweş dilê hezkiriyên xwe xweşkir. Lê bala hemû hezkiriyên wê li ser kirasê wê bû ku hunermenda navdar Madonna dike berxwe. Aksu li dema strangotinê der barê cilên xwe de axivî û got "Konsêrta Madonna gelekî bandor li min kir, lewma min cilek taybet amade kir." Her weha got "Em ê vê pêş bixin, em ê wisa amade bikin ku ji serê wan yan av yan jî şîr biavêje, ma çiya me ji Madonna kême?"

Avestakurd
Top