Netewên Yekbûyî: Dema wê hatiye cîhan piştgiriya Kurdistanê bike
Berpirsa Bernameyên Mirovî yên Netewên Yekbûyî, Lise Grande di hevpeyvînek li gel Rûdawê de, derbarê şer Mûsilê, amadekariyên bo şer û pêşbîniyên Netewên Yekbûyî bo rewşa dema şer de axivî.
Lize Grande ragihand, ku amadekariyên pêwîst bo şerê kontrolkirina Mûsilê nehatine kirin û tekez kir, ne Iraq, ne Kurdistan û ne jî Netewên Yekbûyî (NY) bo şer amade nînin.
Derbarê pêşkêşkirina alîkariyan bo Herêma Kurdistanê û Iraqê, Grande ragihand. Pêwîst e cîhan agahdar be, xelkê Iraqê û Kurdistanê li eniyên pêşîn ên şerê li dijî DAIŞê ne, û ew li cihê hemû cîhanê û civaka navdewletî vî şerî dikin. Ji ber wê jî niha dema wê yekê ye ku civaka navdewletî piştevniya xelkê Iraqê û Kurdistanê bike û li gel wan be.
Rûdawê çend pirsyar li wê berpirsa NY kir û wê jî bersiv da.
Rûdaw: Eger niha operasyona Mûsilê dest pê bike, heta çi qasî tîmên we li deverê amade ne
Lise Grande: Me pêwîstî bi alîkariyên darayî heye, da ku em amade bin bo operasyona Mûsilê, eger operasyona Mûsilê niha dest pê bike, em amade nînin. Eger ew alîkariyên ku sozê wan bi me hatibûn dan, bigihîştiban, renge me derfetek bo amadebûnê hebûya. Me gotûbêj derbarê karê destpêka kiriye. Giringtirîn tişt ku pêwîst e were kirin, çêkirina kampeke hawarhatinê ye, da ku ew xelkên ji Mûsilê direvin, bikarin biçin nav kampê.
Herwiha gerek em dilniya bin ku li wê kampê, avdest (tuwalet), germî û sarî, xwarin, pêwîstiyên pizşîkî û pêwîstiyên seretayî bo wan xelkan hene ku ji Msilê direvin û bo demekê dirêj di bin destê DAIŞê de jiyan kirine. Ew tiştên pêwîst in. Ewa ku li NY em li ser wê rêkevtin, ew e ku hejmarek ji welatan ragihandine, niha dema wê ye ku piştevaniya xelkê Iraqê bikin, niha dema wê ye ku em bexşende bin û amadekariyan bikin ji bo bûyerên Mûsilê.
Tu dibêjî heta niha amadekarî bo çêkirina kampan timam nebûne. Gelo ev yek rats e?
Lise Grande: Hinek kamp hene ku Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê çê kirine. Kampên din jî tên çêkirin, ajansên ser bi NY ve jî hinek kamp ava kirine. Biryar e çendîn kampên hawarhatinê jî çê bikin. Bi nêrîna min giringtiîn xal a derbarê Mûsilê de ev e ku em hêza xwe kom bikin li ser wê çendê ku gelo em behsa çi dikin û senariyoyên me çi ne? Xirabtirîn rewş ev e ku renge bi milyonan xelk ji bajêr birevin. Ji ber wê jî pirsyar li ser çend kampan nîne, belku ewa ku em li ser qise dikin, ev e ku pêwîst e hejmareke zêde ya kampan an jî bi sedan kampên din gelek bilez werin amadekirin, çimku em hemû dizanin, destpêkirina operasyona Mûsilê nêzîk e û di çend hefteyên dahatî de dê dest pê bike.
Tu pêşbînî dikî li gel destpêkirina operasyona Mûsilê, çend kes birevin û çed kes ji wan kesan jî dê berê xwe bidin Herêma Kuristaê?
Pirsyarên derbarê wê yekê ku gelo dê çend kes ji bajêr birevin, pitir girêdayî operasyonên leşkerî ye, çimku renge xelk di dem aoperasyonan de hest I Parastinê bikin û di nav bajêr de bimînin, yan jî dê bijardeya reviyanê bo parastina saxlemiya xwe hilbijêrin, ji ber wê jî hejmara wan kesên ku tê pêşbînîkirin birevin, girêdayî rewşa operasyonên serbazî ye. Rêxistinên mirovî herdem xwe ji xirabtirîn rewşa mirovî re amade dikin.
Xirabtirîn rewş çi ye?
Xirabtirîn rewş ev e ku q mîlyon û 200 hezar kes an jî 1 milyon û 500 hezar kes ji Mûsilê birevin. Ez pêşbînî dikim ji wê 1 milyon 500 hezar kesî, nêzîkî 700 hezar kes pêwîstiya wan bi planekê hebe. Nêrîna me ev e ku ew kes li cihên derdora Mûsilê bimînin, wek Zummar,. Rebîhe û çend deverên din.
Herwiha em pêşbînî dikin ku hejmareke zêde ya xelkê renge 350 hezar kes berê xwe bidin wan cihan ku taze hatine rizgarkirin. Hinek ji wan jî dê berê xwe bidin Selahedînê. Derbarê hejmara kesên ku dê berê xwe bidin Kurdistanê, li gorî planê ew yek girêdayî wê çendê ye ku dê heta çi demî dê li wan deveran bimînin, ku min behs kir. Herwiha ewên din jî ku berê xwe didin başûrê Tirkiyê.
Gelo çend kes berê xwe didin Herêma Kurdistanê, weke Hewlêr, Silmanî û Duhokê. Te ti hejmarên xemilandî hene?
Bi nêrîna min ew di çarçoveya plane de dimînin, yan jî dê berê xwe bidin Selahedînê. Ew jî plan e.
Pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê çi bike bo xwe amadekirina ji ber bandorên operasyona Mûsilê?
Ji dema ku DAIŞ peyda bûye, Herêma Kurdistanê gelek bexşende bûye, pêşwazî li gelek awareyên Iraqî kiriye, pêwîst e em dilniya bin ji wê yekê ku ew xalk parastî dibin û herwiha alîkarî dê pêşkêşî wan were kirin. Em wê jî diznain ku ew yek beşek ji kultur û adetên Kurdistanê ye. Yek ji wan xalan ku min jî di civîna bilind de amaje pê kir, ew bû ku rêjeya hejariyê li Kurdistanê du qat zêde bûye, çimku gelek xelkên li Kurdistanê malên xwe bo wan awareyan vekirine û pêşwazî li wan kirine. Wê yekê jî bandor li ser rewşa wan dibe.
Derbarê wê yekê ku Kurdistan niha çi bike yan pêwîst e ku çi bike, wan planeke gelek dirist û jîrane heye ku wê plane jî giringî daye bi çawaniya pêşkêşkirina alîkariyan bi a wareyan. Yek ji wan xalên ku me hemûyan behsa wê kir, ew malbat bûn ku li nêzîkî Mûsilê dijîn, ku ew malbat dikarin bi zûtirîn dem piştî têkşikandina DAIŞê vegerin ser mal û halên xwe. Baştirîn alîkarî jî bo wan malbatan, hebûna kampa hawarhatinê ye ku pêwîstî tê de bêne dabînkirin, li nêzîktirîn cihê saxlem ê Mûsilê.
Saxlemî yek ji pirsên herî giring e, tu dikarî bêjî min kê saxlemiya asayişa wan kampan digire se milên xwe, bi taybet jî li Neynewa û kampên nêzîkî Mûsilê yên weke Zummarê. Ti planek bo wê mebestê heye?
Ev yek xaleke gelek giring e, çimku ew xelkên aware dibin, divê hest bikin li cihekê parastî ne, hemû ew kampên hatine çêkirin ji aliyê hêzên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û herwiha Pêşmerge ve tên parastin. Bo mînal di plana me de, ew deverên ku li sînorê Hewlêrê ne, em dê vê mijar li gel Parêzgarê Hewlêêr û Hêzên Pêşmerge nîşaq bikin, da ku em bizanin çi cihek parastî ye, wê demê hêzên ewlehiyê nêrîna xwe didin me û em dê baştirîn cih destnîşan bikin. Piştî hingê jî em serdana wan cihan dikin û nirxandina xwe dikin.
Welat hene pere dibexşin, bi zelalî kîjan welat zêdetirîn alîkariyên darayî pêşkêş kirine?
Amerîka, Hikûmeta Amerîka di bwê baweriyê d eye, alîkariyên mirovî gelek giring in bo Iraqê. Herwiha ew di wan çend salên dawiyê de gelek destvekirî bûn, di berê de jî bi taybetî derbarê alîkariyên bo rewşên bilez hevkarên baş bûn, lê belê me pêwîstî bi alîkariyên zêdetir heye û pêwîst e welatên din jî alîkariyan pêşkêş bikin. Ji bilî Amerîka, welatên Ewropayê jî alîkariyên baş pêşkêş kirine, wek Almanya, herwiha Birîtanya ku di meha 7 a îsal de, di konfransa Washingtonê de soza pêşkêşkirina alîkariyan da, îro cardin ragihand, ku alîkariyên din jî dê pêşkêş bike.
Lê belê hêj ew ne bes e?
Belê, hêj ew yek bes nîne, çimku eger alîkariyan nekin, em nikarin bi başî amadekariyan bikin, lê belê em gelek dilxweşin ku wan welatan pêngavên wisa avêtine. Herwiha pêwîst e cîhan agahdarê wê yekê be jî ku xelkê Iraqê û Kurdistanê li eniyên pêş ên şerê li dijî DAIŞê ne. Ew li şûna hemû cîhanê vî şerî dikin, li cihê hemû civaka navdewletî , ji ber wê jî îro me di civîna xwe de ragihand, niha dema wê ye ku civaka navdewletî piştevniya xelkê Iraqê û Kurdistanê bike û bi wan re be.
Rudaw
