• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî diçe Bexdayê

Gulan Media August 29, 2016 Nûçe
Serokwezîr Barzanî diçe Bexdayê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro dê here Bexdaya paytexta Iraqê.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî ragihand Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê ligel şandekê here Bexdayê û dê bi rayedarên Hikûmeta Federal re bicivîn.

Sefîn Dizayî diyar kir ku di serdanê de mijarên ewlekariyê, operasyona rizgarkirina Mûsilê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê dê werin gotubêjkirin.

Serokwezîr Barzanî herî dawî meha Nîsana borî serdana Bexdayê kiribû.

Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry re civiyabû.

Rudaw
Top