• Sunday, 22 February 2026
logo

Êdî Bexda nikare bi serê xwe derheqê sînorên Kurdistanê de ferman bide

Gulan Media August 29, 2016 Nûçe
Êdî Bexda nikare bi serê xwe derheqê sînorên Kurdistanê de ferman bide
Endamekî Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ragihand, êdî metirsî li ser deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê neman çimkî êdî hikûmeta Iraqê bi serê xwe nikare ti fermandekî li ser deriyên sînorî bide.

Endamê Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, Serhan Silêvaneyî ji BasNewsê re got, aliyên kurd û iraqî li ser çawaniya birêvebirina deriyên sînorî li hev kirin.

Serhan Silêvaneyî her wiha got, ew pêşniyarqanûn dê îro bikeve dengdanê û parlamenter dê deng li ser bidin. Ev rêkeftin di civîna endamên kurd ên Lêjneya Darayî û serok û alîkarê serokê lêjneyê de pêk hat. 4 kurd endamên lêjneyê ne û êdî hikûmeta Iraqê nikare bi serê xwe derheqê deriyên sînorî û balafirgehên Kurdistanê de fermanan bide.

Çend roj berê hatibû gotin ku hikûmeta Iraqê dixwaze bi serê xwe derheqê deriyên sînorî û balafirgehên Kurdistanê de ferman û biryaran bide.

Basnews
Top