• Sunday, 22 February 2026
logo

HEWLÊR: Em ji bo serxwebûnê destûrê ji Ebadî nagrin!

Gulan Media August 29, 2016 Nûçe
HEWLÊR: Em ji bo serxwebûnê destûrê ji Ebadî nagrin!
Cigirê Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Cefer Îbrahîm ragihand ku cudabûna ji Iraqê mafê kurdan e û ji bo vê destûr ji Serokwezîrê Iraqê nayê girtin.

Îbrahîm di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re ragihand ku hikûmeta Iraqê piştî sala 2003ê li hember kurdan rast nebû û herdem mijûlê amadekirina planan bû li dijî Kurdan.

Derbarê serdana şanda YNKê ya Bexdayê de jî Îbrahîm got, “di vê demê de bê feyde bû.”

Cefer Îbrahîm wiha axivî:

“YNK jî dizane ku ti sûd û mifayeka Bexdayê nema ye. Lê di vê demê de li Baxdayê gotûbêjkirina ser vê mijarê ji bo ji nav birina pirsa serxwebûnê ye. Jixwe cudabûna ji Iraqê bi vî awayî nabe.”

Cîgirê Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku ji bo cudabûna ji Iraqê divê şandeka Kurdistanê here Bexdayê û bi awayek cidî li ser vê mijarê guftûgoyan bike.

Derbarê gotinên Serokwezîrê Iraqê ku gotibû, “Mafê Kurdan e referandûmê bikin. Lê divê bên vê mijarê ligel Bexdayê biaxivin.” Îbrahîm wiha got:

“Mijar ew hinde mezine ku bi daxuyaniyeke Ebadî çareser nabe. Nabe bi tenê YNK jî li ser biryarê bide. Em ji Ebadî re dibêjin; bi destûra te cuda nabin. Ji ber ku mafeke me yê destûrî heye û bi vê mafê xwe cuda dibin. Destûr pir ji Ebadî mezintir e.”

Hêjayê gotinê ye ku di bin serokatiya Endamê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar de şandek ji YNKê çûbû Bexdayê û piştî vegerê Mele Bextiyar ragihandbû ku Ebadî erênî nêzîkê mafê cudabûna ji Iraqê dibe.

Rudaw
Top