Talebanî: Ez hêvîdar im Pêşmerge û Heşda Şeibî tevlî şerê Mûsilê bibin!
Ala Talebanî di daxuyaniyeke nivîskî de, ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, diyar kiriye ku Pêşmerge û milîsên şîe yên Iraqê du hêzên jêhatî û xurt in û ev yek jî di şer de nîşan dane.
Talebanî her wiha gotiye, ez hêvîdar im Pêşmerge û Heşda Şeibî tevlî şerê azadkirina Mûsilê bibin lê ev mijar di destê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de ye çimkî ew fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê ye jî.
Li gorî serokê firaksiyona YNKê, eger Pêşmerge û Heşda Şeibî tevlî şerê Mûsilê bibin dê Mûsil zû azad bibe.
Gotinên Ala Talebanî di demekê de ye ku sunniyên Mûsilê naxwazin Heşda Şeibî tevlî operasyona Mûsilê bibe.
Basnews
