• Sunday, 22 February 2026
logo

Almanya huşdariyê dide Tirkiyê

Gulan Media August 29, 2016 Nûçe
Almanya huşdariyê dide Tirkiyê
Wezareta Derve ya Almanyayê derbarê êrîşên Artêşa Tirkiyê li ser navçeyên di bin kontirola Hêzên Sûriyê yê Demokratîk (HSD) de huşdariyê dide Tirkiyê û dibêje dijatiya doza Kurdan di parçeyeke Kurdistanî de neke.

Derbarê helwesta Almanyayê li himer operasyona Artêşa Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê Wezîrê Derve yê wî welatî Can Mark Ayrult di kongireyeke rojnamevanî de ragehand ku, nabe Tirkiyê dijminatiya doza Kurdan li perçeyekê wê de bike. Ayrult da zanîn ku, pêwîst e Tirkiyê şerê DAIŞê bike ne yê Kurdan.

Herwiha Wezareta Almanyayê tekez kir ku, ji mafê Tirkiyê sînorê xwe biparêze, lê bila li dijî Kurdan şer neke ji ber ku ew şerê DAIŞê dikin.

Ji aliyeke din ve, Wezareta Derve ya Almanyayê êrîşên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) li ser Tirkiyê şermezar kir.

Di 24ê vê mehê Tirkiyê û opozîsyona Sûriyê operasyona kontirolkirina bajarê Cerablusê û derdûra wê dest pê kiriye û heta niha gelek navçe ji destê DAIŞê û HSD derxistine.

K24
Top