Li Kerbela teqînek mezin!
Endamê encûmena parêzgeha Kerbelayê Mehfuz Temîmî ji çapemeniya Iraqê re ragehand, dûh direngê şevê 28.08.2016ê dû xwekujan li dawetekî de dema bûk veguhestinê li taxa Husên a navçeya Temir ku dikeve rojavayê Kerbelayê xwe teqandin.
Li gor gotinên Mehfuz Temîmî, hêzên ewlekariyê karîn sê xwekujên din berî ku xwe biteqînin bikujin.
Endamê encûmena parêzgeha Kerbela Mehfuz Temîmî amaje bi hejmara kuştî û birîndarên bûyerê nekirin, lê ragehand ku hejmarekî zêde ji hemwelatiyan kuştî û birîndar bûne.
Kerbela bajarê herî pîroze li gel şîeyan û her sal bi milyonan şîe li seranserê cîhanê ve bi armanca serdana tirbeya Hz. Elî yê ku kurê Ebu Talib ku îmamê yekem ê şîeyane berê xwe didin Kerbelayê.
