Artêşa Tirkiyê bi top û teyareyan êrişî baregehên YPGê kir
Çavkaniyên nêzîkî YPGê eşkere kirin ku artêşa Tirkiyê derengiya şeva borî carekê û îro danê sibê jî carekê, baregehên YPGê yên li gundê Endîwerê, ku dikeve başûr Cerablusê ye, daye ber top û bombeyan.
Li gorî agahiyan, him balafirên şer li wî gundî dane him jî bopxaneyên artêşa Tirkiyê top avêtne gund.
Hat gotin ku di encama wan êrişan de ziyan gihîştiye gund, gundî tirsiyane gund lê tiştek bi kesî nehatiye.
Ji aliyekî din, YPGê derbarê hin idîayên ku dibêjin di navbeara hêzên wan û leşkerên Tirk de pevçûn çêbûne, ragihandiye ku ev nûçe ne rast in ji ber ku ti pevçûn di navbera wan de çênebûye.
Basnews
