• Sunday, 22 February 2026
logo

Firs Lady: Bo min bêjin ‘hevjîna pêşmerge’

Gulan Media August 28, 2016 Nûçe
Firs Lady: Bo min bêjin ‘hevjîna pêşmerge’
Runak Ebdulwahîd Mistefa ya hevjîna Serokomarê Iraqê Fuad Masûm got ew dixwaze ne weke hevjîna serokomar lê weke “hevjîna pêşmerge” bê binavkirin.

Yek ji damezrênera Yekîtiya Nişmanî ya Kurdistanê (YNK) Runak Ebdulwahîd (74) ji rojnameya Kurdistan Nwe re di hevpeyvînekê de behsa jiyana xwe ya taybet kir.

Runak Ebdulwahîd dayîka 5 zarokan e û ji mamostetiyê teqawid bûye û di sala 1968ê de nûnera Mele Mistefa Barzanî ya li Qahireyê bû.

Hevjîna Serokomarê Iraqê Fuad Masûm wiha got: “Li şûna ji min re bibêjin hevjîna serokomar ew dixwazim bibêjin hevjîna pêşmerge. Hevjînê me bo heyameke pêşmergetî kiriye û min jî her tim piştgiriya wî dikir.”

Endamê YNKê Dr. Fuas Mahsim piştî Celal Telabanî duyem Serokomarê Iraqê yê Kurd e.

Celal Telabanî ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) veqetiyabû û YNK avakiribû.

Rudaw
Top