• Sunday, 22 February 2026
logo

Şer di nava hola civata nunerên Îraqê da derket

Gulan Media August 28, 2016 Nûçe
Şer di nava hola civata nunerên Îraqê da derket
Li hola civata nûnerên Îraqê, şer dinavbera perlemantarên frakisyona partî û perlemantarên dewleta qanûnê da rûda û bu eger rûniştina civatê nîv demjimêrî bê ragirtin.

Necîba Necîb perlemantara Kurd li civata nûneran bo War got: dewleta qanûnê 52 îmza bo dengdanê li ser lêpirsîna Hişyar Zêbarî wezîrê darayî komkirine û dixwazin dengdanê li ser lêpirsîna Hişyar Zêbarî bikin dinava karnameya rûniştina civatê da, ev jî alozî peyda kirin.

Got jî: li destpêkê şere dev dinava hijmareka perlemantarên partî û dewleta qanûnê da rûda, lê paşê bo şerê bitlên avê û boksan û bi wê egerê jî, rûniştina civatê bo demê 30 xulekan hat ragirtin.

Eve di demekî daye ku dengdan li ser lêpirsîna Zêbarî di karnameya rûniştina îro da nebûye û biryarbû di rûniştinê da, dengdan li ser desteya derwazeyên sînorî û tanlêdanên proje qanûna milkdarîyê û rastvekirina çarê ya qanûna karê rojnamevanî li Îraqê bê kirin.

War.tv
Top