• Sunday, 22 February 2026
logo

Hêzên opozîsyona Sûriyê 3 roj mohlet dane YPGê

Gulan Media August 27, 2016 Nûçe
Hêzên opozîsyona Sûriyê 3 roj mohlet dane YPGê
Hat zanîn ku hêzên opozîsyona Sûriyê yên ku ji aliyê Tirkiyê ve tên piştevanîkirin, 3 roj mohlet dane hêzên YPGê ji bo ku ji rojavayê çemê Firat derbasî aliyê rojhilat bibin.

Hêzên opozîsyona Sûriyê bi alîkariya artêşa Tirkiyê bajarê Cerbalusê yê Sûriyê ji destê DAIŞê standin û li wir bicîh bûn.

Li gorî medyaya Tirkiyê, hêzên opozîsyona Sûriyê pêşde diçin. Rayedarên Tirkiyê jî dibêjin, heta hêzên YPGê ji rojavayê çemê Firatê derbasî aliyê rojhilatê çemê Firat nebin dê operasyon bidome.

Ji aliyekî din, hat gotin ku hêzên opozîsyona Sûriyê 3 roj mohlet dane YPG da ku rojava çemê Firatê vala bikin.

Tê gotin ku li nêzîkî bajarê Minbicê, şer di navbera hêzên YPGê û opozîsyona Sûriyê de derketiye.

Basnews
Top