‘Ew 5 kes kurdên Rojava ne!’
Roja Înê (26-08-2016) DAIŞê vîdeoyek li ser kuştina 15 dîlên di destê xwe de weşand ku ew kes li Reqayê tên înfazkirin.
Di vîdeoyan de amaje bi wê yekê hate kirin ku 5 dîlên ku bi destê zarokan hatine şehîdkirin kurd in û herwiha yek ji bikujan jî zarokê bi navê Ebû Fûad Kurdî ye.
Lê derbarê kesên hatine kuştin ti daxuyaniyek din nehte belavkirin.
Berpirsê Ragihandina Rêxistina Mûsilê yê PDKê Seîd Memûzînî ji Rûdawê re ragihad ku ew kurdên hatine şehîdkirin, xelkê Rojavayê Kurdistanê ne.
Di dîmenan de diyar dibe ku 5 kes bi destê pîremêran û 5 kesên din jî bi serbirînê tên kuştin.
Di kiryar û çalakiyan de bikaranîna zarokan ji aliyê DAIŞê ve, bibû rojeva cîhanê.
Rudaw
