• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîka li Sûriyê dewleta Kurdî ava dike

Gulan Media August 27, 2016 Nûçe
Amerîka li Sûriyê dewleta Kurdî ava dike
Di rojnemayên Erebî yên li Rojhilata Navîn de derbarê geşedanên piştî operasyona Tirkiyê ya li Cerablûsê şiroveyên cuda tên weşandin.
Hinek ji nivîskarên Ereb di wê baweriyê de ne ku “projeya neteweyî ya Kurdan” êdî rastiyek e û nayê mendel kirin. Hinek jî dibêjin xeyala dewleta Kurdî ji holê radibe.
Nivîskarê rojnameya El-Xelîc a Îmaratê Hafiz el-Belgûtî diyar dike ku pêşkeftinên derbarê Kurdan de Sûriye û Tirkiyê nêzîkê hev dike.
El- belgûtî di nivîsa xwe de dibêje:
“Kurdan xweşiya serkeftina Hesekê û piştgiriya Amerîkayê tam kirin. Lê wisa diyare ku vê rewşê Tirkiye û rejîma Sûriyê nêzîkê hev kiriye.”
Navborî îddîa dike ku Amerîka dixwaze li Rojava dewletek Kurdî ava bike û vê dewletê jî heta Herêma Kurdistanê berfireh bike.
“Çareseriya herî baş federalizm e”
Nivîskarê rojnameya El-Nahar a Lûbnanê Rajeh Khourî di dibêje, "Ji bo krîza Sûriyê çareseriya herî guncaw, federalism e.”
Khourî di gotara xwe de wiha nivîsiye, “Moskowayê ji bo agirbesa Hesekê navbeynkarî kir. Ev yek jî tê wê wateyê ku xweseriya Kurdan a li bakûrê Sûriyê bi fermî hatiye naskirin.”
Nêrîna nivîskarê rojnameya El-Yewm a Misirê Ebas el-Tarabilî jî ew e ku, li Herêma Kursitanê dewletek Kurdan a defakto heye, lewma jî projeya dewleta Kurdan a neteweyî rast dibe.
Rojnamevanê Kuveytî yê rojnameya El-Siyasî Xesan el-Mûfleh jî wiha dinivîse,:
“Destwerdana Tirkiyê ya ser axa Sûriyê, weke pevçûna navxwe ya Artêşa Tirkiyê û PKKê ye.”
“Amerîka pevçûna di navbera Kurd û Tirkan de bikar tîne”
Nivîskarê rojnameya El-Twrah a Sûriyê Husên Sakr ku nêzîkê rejîmê ye, diyar dike ku Amerîka jib o berjewendiyên xwe pevçûna di navbera Tirkiyê û Kurdan de bikar tîne.
Sakr dibêje, “Tirkiyê ji bo hêviyên xwe bihêz bike êrîşê Cerablûsê kir. Amerîka û hevalên wî, hewl didin hevsengiya hêzê ji bo berjewendiyên xwe biguherin. Lê dê serkeftî nebin. Ji ber ku êdî lîstok bidawî dibe.”
Top