Li Cizîrê herî kêm 11 polîs hatin kuştin
Li navçeya Cizîr a Şirnexê, di çalakiya bombeyî de, ku danê vê sibehê li hemberî polîsên Tirk hat lidarxistin, di encam de herî kêm 11 polîs hatin kuştin û 78 kesên din jî ku 75 ji wan polîsên birîndar bûn û birîna 4 ji birîndaran jî xedare.
Di çalakiya li taxa Konakê de, navenda polîsên tîmên taybet, îstîxbarata emniyetê û midûriyeta hêzên çewîk hedef hatin girtin û ev hemû navend îmha bûn.
