Aldar Xelîl: Eger em neçar bimînin emê şerê Tirkiyê jî bikin!
Endamê rêveberiya TEV-DEMê, Aldar Xelîl, li êrişa artêşa Tirkiyê li dijî bajarê Cerablusê yê Sûriyê û aloziyên ku ji ber wî şerî derketine, ji rojnameya erebî ya bi navê “Qudsa Erebî” re gotiye, artêşa Tirkiyê zûve çûbû nav bajarê Cerablusê lê di 500emîn salvegera şerê “Merc Dabiq” de, ew şerê ku di navbera Osmaniyan û Memalikî de qewimîbû, hat ragihandin.
Aldar Xelîl her wiha gotiye, hêzên opozîsyona Sûriyê û artêşa Tirkiyê bajarê Cerablusê girtine lê şervanên YPGê dikarin ji Minbicê derbasî bajarê Babê bibin û ji wir jî derbasî Efrînê bibin.
Wî rayedarê TEV-DEMê, li ser gefên Amerîka yên ku gotibû eger YPG derbasî rojhilatê çemê Firatê nebe êdî alîkariyê nadinê, jî gotiye, ew gefên Amerîka tenê bo YPG û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) nîne.
Li gorî Aldar Xelîl, heta ji destê wan were dê xwe nehêlin di navbera wan û hêzên Tirkiyê de şer derkeve lê eger ew neçar bimînin dê şerê artêşa Tirkiyê bikin.
Xelîl behsa alîkariyên Rûsya bo YPGê jî kiriye û gotiye, Rûsyayê bo berjewendiyên xwe alîkarî dida me lê sîstema “Federal a Bakûrê Sûriyê” girêdayî peywendiyên me û Rûsyayê nîne.
Basnews
