• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokwezîr bi şandeyeke Amerîkayê re şerê dijî terorê û azadkirina Mûsilê dinirxîne

Gulan Media August 27, 2016 Nûçe
Serokwezîr bi şandeyeke Amerîkayê re şerê dijî terorê û azadkirina Mûsilê dinirxîne
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja înê 26.08.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li sanatorê partiya Komarî yê wîlayeta Teksasê John Corniyn û şandeya pê re kir û senatorê amerîkayî kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê nîşan da, mêrxasî û serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên cenga dijî terorê û têkşikanidna efsaneya terorîstên DAÎŞê ji aliyê pêşmerge ve bilind nirxand û bi navê gel û hikûmeta Amerîkayê sipasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku, pêşwazî li hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan kiriye, hewaninde û xizmeteke baş jê re kirye.

Şandeya Amerîkayê behsa operasyona azadkirina bajarê Mûsilê kir û bi pêwîstî zanî ku di navbera Hewlêr, Bexda û hevpeymanan de hevkarî û hevahengiyeke baş hebe bi awayekî ku ew dilgraniya xelkê Mûsilê û aliyên Sune heye nemîne û mafê timama aliyan parastî be. Senatorê wîlayeta Teksasê got ku di dema operasiyona azadkirina Mûsilê de tê çaverêkirin ku gelek kes koçber bibin û ber bi herêma Kurdistanê bên lewra pêwîste, di vî warî de, civaka navdewletî zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdan û têbîniyên senatorê partiya Komarî yê wîlayeta Teksasê kir û got ku Herêma Kurdistanê hertim pêşwazî li lêqewmiyan kiriye û dike, lê îmkanên Herêma Kurdistanê txûbdarin, ji ber hindê pêwîste civaka navdewletî û bi taybetî Amerîka lêbixebite ku, zêdetir alîkariya herêma Kurdistanê bike. Serokwezîr sipasiya welatên hevpeymanên dijî DAÎŞê û bi taybetî Amerîkayê kir ku her ji destpêka êrîşên DAÎŞê alîkariyên leşkerê pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirine.

Li dor têkeliyên navbera Kurdistan û Îraqê jî de, Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku, Herêma Kurdistanê amadeye bi rêya dyalog û danûstandinan tev pirsgirêkên bi Bexdayê re hene çareser bike û eşkere kir ku, ji bona zêdetir hevahengiyê, di demk nêzîk de civînên leşkerî di navbera her du aliyan de dê dest pê bikin, lê gelek giringe di warê siyasî, ewlehî, civakî, avadankirin û mirovî de ji bo Mûsilê pilaneke zelal hebe.

Serowkezîr got ku, pêşmergeyê Kurdistanê li derdûra Mûsilê serketinên mezin bi dest xistine û ji bo azadkirina bajêr û deverên jêr destê terorîstên DAÎŞê gelek eniyên nû vekirine.


Top