• Sunday, 22 February 2026
logo

Demirtaş telefona Kiliçdaroglu kir

Gulan Media August 26, 2016 Nûçe
Demirtaş telefona Kiliçdaroglu kir
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş bi rêya telefonê peywednî bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kir û êrişa çekdarî ya bo ser karwana wî şermezar kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) êrişa îro ya bo ser karwana Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) şermezar kir.

Li gorî zanyariyên, her yek ji hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag bi rêya telefonê pêwendî bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kirin û êrişa li dijî karwana CHPê li parzêgeha Artvîn a Tirkiyê şermezar kirin/

Demirtaş û Yuksekdag herwiha dilgiraniya xwe li hember wê êrişê anîne ziman û ji Kiliçdaroglu re hêviya tendirustiyê kirine.

Herwiha Navenda Ragihandina HDPê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek de û êrişa li dijî karwana CHPê û Kemal Kiliçdaroglu protesto kir.

Îro piştî nîvro çend çekdarên nenaskirî li ser rêya sereke ya bajarê artvîn li bakurê rojhilata Tirkiyê kemîn ji karwana otomobîlên CHPê û Serokê wê partiyê Kemal Kiliçdaroglu re danîn û bi çekan êrişî ser karwanê kirin.

Di encamê de pevçûnek dijwar di navbera çekdarên û zêrevanên Kiliçdaroglu de derket û zêrevanan karîn Kiliçdaroglu rizgar bikin û ber bi navçeya Şafşat derbas bikin.

Di encama êrişê de polîsekî Tirkiyê hat kuştin.

Rudaw
Top