Kurdên Şebek: Em dixwazin deşta Mûsilê bibe dû parêzgeh
Endamê encûmena nûnerên Iraqê û nûnerê şebekên deşta Nînowa Salim Şebek ji BasNewsê re ragehand: ‘’roja 25.08.2016ê, çar hezar hemwelatiyên şebek, bo piştgiriya hêzên Pêşmerge û azadkirina deşta Nînowa li bajarokê Berdereşê xwepêşandanek pêkanîn.’’
Nûnerê şebekan yê deşta Nînowa li parlamentoya Iraqê got: ‘’Em daxwaz dikin ku tenê hêzên Pêşmerge li azadkirina deşta Nînowa de beşdariyê bike. Em naxwazin li gel Bexdayê tundiyê bikin. Lê daxwaza me ew e bila tenê Pêşmerge beşdarî li azadkirina deşta Nînowa bike. Ji aliyê din ve jî me daxwaz kiriye di nav rêzên Pêşmerge de ji bo ciwanên şebek fewcek bê avakirin û li ser wê jî bi awayekî cîdî kar li ser bê kirin.’’
Salim Şebek got: ‘’Em dixwazin deşta Nînowa bibe dû parêzgeh û bikeve ser hikûmeta Herêma Kurdistanê û pare ji bo avadankirinê bê cuda kirin.’’
Basnews
