YPG: Bi xwekujan êrişî me kirin – 8 kuştî!
Navenda Ragihandin û Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) duh 25ê Tebax a 2016 daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, çekdarên DAIŞê li herêma Şedadê ya ser bi parêzgeha Hesekê ve êrişî şervanên YPGê kirin û di navbera şervanan û çekdaran de şerê giran derketine.
YPGê tekez kir, ku DAIŞê li başûrê Şedadê bi xwekujan û wesayitên zirhî êrişî çend navendên şervanan kirin, lê êrişên wan hatin şikandine.
Li gorî daxuyaniyê pevçûnên navbera şervanên YPGê û çekdarên DAIŞê li gundê Azawî û çend xalên YPGê yên li 12 kîlometriya Şedadê derketine.
Navenda Ragihandina YPGê destnîşan kir, ku şerê li gundê Azawî hêj jî berdewam e.
YPGê da xuyakirin, ku di encama peçûnên îro yên li başûrê Şedadê de, gelek çekdarên DAIŞê hatine kuştin û tekez kir, ku termê 8 çekdaran ketiye destê şervanên Kurd.
Li Tişrînê şer
Navenda Ragihandina YPGê herwiha di daxuyaniya xwe de da zanîn, ku li başûrê rojhilata Bendava Tişrîn a girêdayî herêma Kobanî jî di navbera şervanên YPGê û çekdarên DAIŞê de pevçûn derketine.
Li gorî daxuyaniyê, çekdarên rêxistina DAIŞê ji roja 23ê Tebaxê ve li aliyê başûrê rojhilata Bendava Tişrînê dest bi êrişekê bo ser cih û navendên YPGê kirine, ku heta îro jî berdewam e.
YPGê ragihand, duh 24ê Tebaxê jî DAIŞê bi çekên giran êrişî gundê Qadiriye ya di bin kontrola şervanan de kirin û tekez kir, êrişên wê rêxistinê ji aliyê şervanan ve hatine têkbirin.
Herwiha YPGê destnîşan kir, ku piştî pevçûnên bi çekdarên DAIŞê re şervanên wan ber bi pêşve çûne û got: “Hêzên me ji duh ve li vê qadê pêşketina xwe domandin û 2 gund û 3 gundik ji destê çeteyên DAIŞê derxistin. Encamên vê operasyonê piştre wê were ragihandin.
Rudaw
