Li Silêmaniyê kirîza parêzgariyê – “Sê parêzgarên Silêmaniyê hene!”
Di çarçoveya rêkeftina navbera YNK û Gorranê de, kursiya parêzgariyê ya Silêmaniyê ji aliyê YNKê ve radestî Gorranê hat kirin. Ev pevguhertin ji aliyê encumena parêzgeha Silêmaniyê ve hat kirin.
Di civîna encumena parêzgeha Silêmaniyê de, ku ji aliyê serokê encumena parêzgeha Silêmaniyê, Heval Ebûbekir ve hat meşandin, alîkarê parêzgarê Silêmaniyê Serdar Qadir (endamê Gorranê ye) bû parêzgarê nû yê Silêmaniyê. Serdar Qadir ket dewsa Aso Ferîdûn (endamê YNKê ye) ku du sal bû li ser kursiya parêzgariyê bû.
Serokê encumena parêzgeha Silêmaniyê Heval Ebûbekir (endamê Gorranê ye) jî dest ji kar kişand û Azad Mihemed Emîn (endamê YNKê ye) li dewsa wî bû serokê nû yê encumenê.
Li hember van pevguhertinan, 5 endamên YNKê yên encumena parêzgeha Silêmaniyê ji nav YNKê derketin û ragihandin, ew êdî endamên YNKê nînin û dê di nav encumenê de wek firaksiyonek bêalî kar bikin.
Endama encumena parêzgeha Silêmaniyê, Mîna Samî (endama PDKê ye) jî ji BasNewsê re got, niha sê parêzgarên Silêmaniyê hene; parêzgarek Aso Ferîdûn e ku bi fermî ji aliyê Barzanî ve hatiye destnîşankirin, yê din Heval Ebûbekir e ku ji aliyê encumena parêzgeha Silêmaniyê ve hatiye hilbijartin, parêzgarê din jî Serdar Qadir e ku wek parêzgarê demkî hatiye danîn.
Lê Serdar Qadir got, rast e ez demkî hatime danîn lê parêzgarê fermî yê Silêmaniyê niha ez im.
Basnews
