• Sunday, 22 February 2026
logo

Sefîn Dizeyî bersiva daxuyaniya Mehmûd Sengawî dide

Gulan Media August 25, 2016 Nûçe
Sefîn Dizeyî bersiva daxuyaniya Mehmûd Sengawî dide
Mehmûd Sengawî endamê polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê roja sêşemê 23.08.2016ê li pêşberî hijmareke pêşmergên dêrînên partiya xwe hin zaniyarî dabûn. Sefîn Dizeyî peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan zaniyariyan rast dike û tevî bilindrixandina xebat û pêşmergatiya Mehmûd Sengawî, dilgiraniya xwe li hember daxuyaniya wî nîşan dide û dibêje: Em pişt rast in ku ji aliyê hindek kesan ve yên ku dixwazin hertim aloziyan çê bikin ew zaniyariyên şaş bi Sendawî dane. Dizeyî dibêje:

1- Daxuyaniya birêz Sengawî li ser bingehê zaniyariyên şaşe ku ji aliyê hindek kesan ve bi wî hatine dan û ew kes jî diyarin û ji bo mizayedeya siyasî bi berdwamî û bi zanîn dixwazin bi soz û hesta xelkî bilîzin û aloziyan çê bikin.

2- Birêz Sengawî xwedî çî û berpirsiyariye û di erka pîroza pêşmergatiyê de ye, ew hertim dikare daxwaza zelalkirina pirsan ji hikûmetê bike û hikûmet jî bi rêz û hurmet dê bersivê bi şefaî û zelalî bide.

3- Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdwamî bi rêya kanalên xwe yên îdarî û yasayî dahatinî û xerciyan ji bo saziyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê eşkere dike, ew zaniyariyên navborî dane ku qaşo 28 milyar dolarên Herêma Kurdistanê bo derveyî welêt hatine şandin, bingeh ji wan zaniyariyan re nîne û ew ji rastiyê dûrin.

4- Bi tu awayî birêz serokwezîrê herêma Kurdistanê 12 hezar kes bo aliyekî nedamezrandine. Ji destpêka sala 2015ê ve nêzîkî 8000 karmend , li gor daxwaziyên wezaretan, li hemû deverên Herêma Kurdistanê hatine damezrandin, zêdetir ji 4000 mamoste jî ji bo devera Germiyan, Silêmanî, Hewlêr û Duhok bi girêbest hatine damezrandin. Her kes û aliyê bixwaze bi hêsanî dikare hûrgiliyan bidest bixe.

5- Dabeşkirina çek û alîkariyên leşkerî ji bo pêşmerge bi rêya serokatiya erkan a pêşmerge li gor pêdawîstiyên bereyên şer tê dabeşkirin û welatên dost ku hevkariya Herêma Kurdistanê dikin haydarî pirosesa dabeşkirinê ne, ferqûcudahî di dabeşkirina çek û alîkariyan de nîne.

6- Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekîd dike ku ew xemxora dabînkirina jiyanek xweş ji bo pêşmerge û hemû çîn û katagoriyên herêma Kurdistanê ye, ev rewşa nexwestek jî ku ji encamê birîna budceyê, şerê dijî DAÎŞê û çend sedemên din rûbirûyê Herêma Kurdistanê bûye, dê bi serferazî derbas bibe.

7- Em careke din dibêjin ku her dema birêz Sengawî di vê çarçoveyê de daxwaza zaniyariyan ji hikûmetê bike, hikûmet dê bi dilek xweş hemû zaniyariyan jê re bide.

Top