Karwanê wesayîtên Kiliçdaroglu di nav agir de ma!
Serokê giştî yê CHPê(Partiya Gel a Komarxwaz) Kemal Kiliçdaroglu, dema karwanê wî yê wesayîtan ji navçeya Artvînê Şavşatê re derbasî navçeya Ardanuç dibû, nêzîk gundê Yanikli şer û pevçûn pêkhat.
Li gor agahiyên bidest ketine, li gor parlamenterê AK partiyê yê Artvînê Îsrafîl Kişla grubekî PKKê gulle berdene karwanê wesayîtan û şer derketiye. Hat zanîn şer hîn jî berdewame û hêzên ewlekariya sevqî herêmê hatine kirin.
Ji aliyê din ve hat zanîn serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derbasî herêma bi ewle hatiye kirin û ji karwanê wesayîtên CHPê tu kesek tişt pê nehatiye. Lê li gor agahiyên wezîrê karê navxweyî Efkan Ala di pevçûnê de yek jê giran 3 leşkerên hêzên ewlekariya Tirkiyê birîndar bûne.
Herwaha Efkan Ala diyar kir, Ev çalakî bi awayekî teqez karê PKKê ye û kesekî ku dixwast roketê bavêje karwanê CHPê ji aliyê zîrewanan ve hatiye bê bandor kirin.
Basnews
