Seredana Serok Barzanî bo Parlemena Tirkiy ê
Li hevdîtinê de ku Cîgirê Serokê Parlemen û Nûnerên Firaksiyonên HDP, CHP û AKP li Parlemena Tirkiye amade bûn, Serokê Parlemena Tirkiye xweşhaliya xwe ji bo serdana Serok Barzanî ya Tirkiye derîrî û li gotarek da behsa rûdana kudetaya Tirkiye û êrîş û bombebarana kudetaçiyan ya li ser Parlemenê kir û eve jî xisterû ku şikesta kudetaçiyan dibê sedema berfirehtirbûna demokrasiya li welat. Li beşekî dinê gotara xwe de behsa pêwîstiya bihêztirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye kirin.
Li beranber da Serok Barzanî pesnê gelê Tirkiye kir ku bi îradeya xwe piştgîriya şer'iyet û demokrasiyê kirin û şikesta bi kudetayê anîn. Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî ronahî xiste li ser rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê û behsa şerê dijî terorîstan û amadekariyên ji bo azadkirina bajarê Musilê kirin.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
Piştî kombûnê Serok Barzanî li gel hejmarek Parlementerê Tirkiye serdana şûnewarê şer û bombebarana kudetaya meha derbasbûyî ya li Parlemena Tirkiye kir.
Hêjayî gotinêye êvariya roja çarşem 24.08.2016 Serok Barzanî dawiyê bi serdana xwe ya Tirkiye anî û ber bi Ewrupa ve birêket.
