Hêzên Îraqê çun nav bajarokê Geyare
Jêderên êmnahîyê ji nava supayê Îraqê dane zanîn, şer bi dijwarî li naverasta bajêrkê Geyare berdewame, hêzên supayê Îraqê şîyayne, nexoşxaneya Geyare û hijmareka cihên stratejîk kontrol bikin. Terorîstên Daişê jî di paşveçunê dane û şîyanên wan yên bergirîkirinê lawaz bûne.
Geyare bi westgeheka giring tê zanîn bo kontrol kirina bajêrê Mûsilê, ku maweyeke behsa destpêkirina operasyona rizgarkirina wê tê kirin.
War.tv
