Amerîka: Emê YPGê biparêzin!
Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) Peter Cook pirsên rojnamevanên ên derbarê rojevê de bersivandin.
Ji 18ê Tebaxê ve şer û pevçûn di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Asayiş û Artêşa Sûriyê de dest pê kiribû û firokeyên şerî yê ser bi hikûmeta Sûriyê navendên YPG û asayişa bajarî bombebaran kiribûn.
Peter Cook diyar kir ku hefteya borî Amerîkayê firokeyên şerî şandine bajarê Hesekê ji bo parastina hêzên di şerê DAIŞê de hevkariya wan dike.
Cook wiha got: “Emê hêzên hevpeymaniyê li Sûriyê biparêz in. Me ev yek hefteya borî da xuyakirin. Ez behsa hûrgîliyên operasyona asmanî nakim, lê emê li ser vê yekê berdwambin.”
Rudaw
