• Sunday, 22 February 2026
logo

Xaneqîn – Milîsên şîe 6 kes revandin

Gulan Media August 23, 2016 Nûçe
Xaneqîn – Milîsên şîe 6 kes revandin
Milîsên şîe yên Iraqê li nêzîkî bajarê Xaneqînê yê Kurdistana Başûr, 6 kes revandin.

Efserekî polîsê nahiya Cebare ya Xaneqînê ji televîzyona K24 re gotiye, şeva borî 6 kes li gundê Cidîde yê nahiya Cebare ya Xaneqînê ji aliyê milîsên şîve hatine revandin.

Wî efserê polîs daye zanîn ku ew kesên hatine revandin, hemû erebên sunnî û endamên malbatekê ne û nayê zanîn çima revandine û çi anîne serê wan.

Li gorî agahiyên wî rayedarê polîs, ew milîsên şîe yên ku ew kesên ereb revandine, ji devera Silêman Beg li parêzgeha Selahedîn a Iraqê derbasî wî gundî bûne.

Basnews
Top