• Sunday, 22 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Nahêlin bi çi rengan asayîşa Îranê têk biçe

Gulan Media August 23, 2016 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Nahêlin bi çi rengan asayîşa Îranê têk biçe
Serok wezîrên Kurdistanê ragîhand; herêm nahêle bi çi rengan gef bikevin ser asayîşa navxwe ya Îranê û hikûmeta herêmê dê bersîngê her gefeka li ser seqamgîrîya wê bigre.

Ebdula Salih, rêveberê nivêsîngeha peywendîyên giştî ya hikûmeta herêma Kurdistanê, bo ajansa Êrna ya Îranî ragîhand; Nêçîrvan Barzanî, serok wezîrên herêma Kurdistanê, di kombûna lijneya asayişa neteweyî ya herêmê da piştevanîya xwe bo seqamgirîya deverê dîyar kirîye û gotîye; hikûmeta herêmê dê bersîngê her gefekê bigre ku li ser asayîşa Îranê metirsî be.

Navbirî da zanîn jî; şandeka asayişa neteweyî ya herêmê berî niha serdana Îranê kiribû û digel hijmareka berpirsên wî welatî da, çewanya parastina asayişa deverê gotubêj kiribû.

War.tv
Top