Li Dêrsimê şer: Kuştî û birîndar hene
Peyamnêrê Rûdawê li Dêrsimê Serkan Ince ji Rûdawê re ragihand, îro derdora saet 05:00ê berbanga sibê komek endamên PKKê li dijî baregehên hêzên ewlekariya Tirkiyê yên li navenda qezaya Qislê ya Bajarê Dêrsimê êrişeke çekdarî pêk anî.
Di encama şer de çawişek pispor canê xwe ji dest da, yek jê giran 3 hêzên ewlekariya dewleta Tirkiyê birîndar in.
Birîndar ji bo bajarê Xarpêtê hatin veguhestin.
Şer û pevçûn berdewam dikin. Riyên diçin qezaya Qislê ji aliyê leşkerên ser bi artêşa Tirkiyê ve hatin girtin.
Herwiha niha li navçeyê tevgereke zêde ya hewayî heye.
Helîkopterên şerî yên kobra û helîkopter barhilgir ên skorsky niha li asîmanê navçeya Qislê digerin.
Rudaw
