• Sunday, 22 February 2026
logo

Mîrekî kurdên êzîdî: Iraqê mexdûrên Spaykerê qerebû kir lê Şingalê ji bîr kir!

Gulan Media August 22, 2016 Nûçe
Mîrekî kurdên êzîdî: Iraqê mexdûrên Spaykerê qerebû kir lê Şingalê ji bîr kir!
Mîrekî kurdên êzîdî dibêje, hikûmeta Iraqê mexdûrên komkujiya serbazgeha “Spaykerê” qerebû kir lê xelkê Şingalê ji bîr kir!

Mîr Dasin Farûq Beg, ku yek ji mîrên êzîdiyan e, ji BasNewsê re got, hikûmeta Iraqê mexdûrên komkujiya serbazgeha Spaykerê qerebû kir, tawanbarên wê bûyerê jî îdam kir lê tiştek ji kurdên êzîdî yên mexdûrê şerê DAIŞê re nekir.

Mîr Dasin her wiha got, divê hikûmeta bi çavekî li hemû gelên Iraqê binêre û çawa ziyana malbatên komkujiya Spaykerê qerebû kir, divê ziyanên xelkê Şingalê jî qerebû bike.

Wî mezinê êzîdiyan bang li hikûmeta Iraqê kir, 10 milyon dînar bide her malbata êzîd ku mirovên wan ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin.

Duh 36 kes bi tawana encamdana komkujiya Spaynerê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatin îdamkirin.

Komkujiya Spaykerê

Çekdarên DAIŞê roja 12ê Hezîrana 2014, êrişî serbazgeha Spaykerê ya li bajarê Tikrîtê yê Iraqê kirin û derdora 2200 şagirdên hêza asmanî ya Iraqê girtin. Hinek ji bi fîşekan hatin kuştin û hinek ji wan jî bi saxî hatin çalkirin.

Basnews
Top